image

PeyamaKurd-Li Kerkûkê  IŞÎDê di noqteya sexte ya qontrolê de li tirempêlekê reşand. Di encamê de 3 sivîl hatin kuştin.

Birêvebirê Polîsan yê Kerkûkê Elî Kemal di derbarê êrîşê de daxuyaniyek da û got ku li navçeya Dîbîsê ya Kerkûkê IŞÎDê noqteyeke sexte ya qontrolê çêkirine û cilên polîsan li xwe kirine. Li vê derê dixwazin tirempêlekê bisekinînin lê nasekine û li tirempêlê direşînin. Di encamê de 3 sivîlên di tirempêlê de têne kuştin.

Elî Kemal got ku ev çete ji 10 kesan pêk tê. Belê ev 6 meh in ku me IŞÎD xilas kiriye lê li hinek çolan hinek çete xwe vedişêrin û êrîşî leşker û sivîlan dikin.

Elî Kemal got hêzên polîsan derbasî herêmê bûne û operasyonê dest pê kiriye.