image

PeyamaKurd- Li Başûrê Kurdistanê, li Silêmaniyê li navçeya Pişderê duh bi şev mayînek teqiye. Di encama teqînê de sivîlekî ji Rojhilatê Kurdistanê jiyana xwe ji dest da.

Di derbarê bûyerê de polîsên raperinê daxuyaniyek dan û gotin ku nîvê şevê li ser tixûbê nehiya Heleşo li Çiyayê Mamendê sivîlekî 47 salî pêl mayînekê kiriye û jiyana xwe ji dest daye.

Hat ragihandin ku sivîlê bi navê A.A.A. ji Rojhilatê Kurdistanê ji gundê Kanî Zerdê bû bazirganî dikir.

Piştî bûyerê, xwediyê wî hatin ji nexweşxaneya Qeladizê cenazeyên xwe birin.

Di derbarê bûyerê de lêpirsîn hate destpêkirin.