PeyamaKurd – Li navçeya Doganşehîra Meletiyê bi pileya 4 erdhejek pêk hat.
Serokatiya Rêveberiya Rewşa Afet û Acilê (AFAD) a Wezareta Karên Navxweyî li ser medyaya civakî der barê erdhejê da daxuyanî da.
Hat ragihandin, navenda erdhejê navçeya Doganşehîra Meletiyê ye.
Erdheja ku di saet 10.25an de pêk hat bi lerza 4an pêk hat. Hat diyarkirin, erdhej 6,96 kîlometro di bin erdê da çêbû.