image

PeyamaKurd – Li bajarê Mêrdînê agir bi nexweşxaneyekî taybet ya li navça Artûkliyê li taxa 13 Mart ê ye ket. Ewilî nexweşan ji nexweşxanê derxistin û paşî tîmên îtfaiyê mudaxeleyê agir kir û vemirand. Niha cemidandina nexweşxanê dewam dike.

Heya niha tehliya nexweşxan dewam dike. Beşa bebekên nûh hatine dinyayê li qata jorîne û tehliya wan bi vîncan di bin çavdêriya îtfaiyê û tîmên tenduristiyê de hat kirin. Bebekan bi ambûlansan birin nexweşxana lêkolîn û perwerdê ya Mêrdînê. Serokê nexweşxanê Abdurrahim Bedir mijarê weha ragihand:

“Temamên nexweşên me bi ewlehî hatin tehliyekirin. Kes can neda. Agir ji trafoyê derketiye. Me hinek nexweşên xwe şand nexweşxana dewletê. Rêvebirê tenduristiyê yê Mêrdînê alîkariya me kir. Yên dinan me şand nexweşxanên me yên din. Me desteka xebatkaran jî da wan nexweşxaneyan. Niha pirsgirêk tineye. Em dilxweşin ku kes can nedaye. 30 bebekên ku nûh hatine dinayayê me wan şand. Tev jî saxlemin.”