image

PeyamaKurd – Li bajarê Sêrtê li navça Berwariya (Pervari) li gundê Qesrûrokê di navbera cerdevanan de pevçûn derket. Hat ragihandin ku pevçûn li ser pirsgirêka ku ji berê de li ser arazî hebûye, derketiye. Hat gotin ku ji firariyên gumanbar yê bi navê H.B. bi tivinga xwe, li A.A., A.B., H.G. û A.D. xistiye û wan birîndar kiriye.

Paşî ji birîndaran kesên bi navên H.B. û A.A. bi helîkopterê birine nexweşxana lêkolîn û perwerdê ya Sêrtê û li wê derê can dane.

Hêzên asayîşê li dora nexweşxanê tedbîran girtine û ji bo kesê gumanbar desteser bikin dest bi xebatê kirine.