
PeyamaKurd – Li bajarê Diyarbekir li navça Sûrê li Bûlwara İnonuyê piştî fetarê du malbatên ku di navbera wan de pirsgirêk hebûn, leqayê hev hatin û di encamê de bi çek û daran li hev xistin. Di encamê de 4 kes ji wan birîndar bûn û polîs 6 kesan xist binçav.
Polîs di bûyerê de demançeyekî girt û ji bo qelebalixê bela bike, xaza îsotê bikaranî. Di nav binçavkiriyan de jin jî hene. Birîndaran bi ambûlansan birin nexwexana dewletê ya Selahaddin Eyubî û gumanbaran birin baregeha asayîşê.
Hat ragihandin ku rewşa birîndaran baş e.