image

PeyamaKurd – Li navçeya Xoy a parêzgeha Urmiyê ya Rojhilatê Kurdistanê îro serê sibehê erdhej çêbû û Rêveberiya Kontrola Krîzan a Parêzgeha Urmiyê diyar kir, nêzîkî 235 kes birîndar bûne.

Li gor Rêveberê Kontrola Krîzan a Urmiyê Emîr Ebas Caferî îro Çarşembê 5ê Cotmeha 2022yan da zanîn, beşek ji wan kesên dema xwestine birevin, da ku erdhej bandorê li wan neke birîndar bûne û çareseriya bilez ji bo wan hatiye kirin.

Navenda Tomarkirina Erdhejan a Îranê eşkere kir, navenda erdhejê bajarê Xoy ser bi parêzgeha Urmiyê bûye û hêza wê jî 5.4 pile bûye. Herwiha dibêje erdhej vê sibê di saet 03:51an çêbûye.

Rêveberê Heyva Sor a Urmiyê îro Çarşemê diyar kir, 10 tîm şandine navçeyê, da ku derbarê zerar û ziyanan de lêkolînê bikin.

Herwiha li aliyê din Rasatxaneya Kandilli ya Tirkiyê eşkere kiriye ku îro Çarşemê 5ê Cotmeha 2022ê demjimêr 03:21 deqe li bajarê Xoy erdhejek bi hêza 5.8 pile û kurahiya pênc kîlometre çêbûye.

Hat ragihandin ku navenda wê bajarê Xoy bûye ku 62 kîlometre dûrî bajarokê Elbak ser bi parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê ye. Li her du parêzgehên Wan û Colemêrgê jî hest bi erdhejê hat kirin ku ligel Rojhilatê Kurdistanê hevsînor in.