image

PeyamaKurd – Hate ragihandin ku îro 1ê Cotmehê beriya vebûna Parlamentoya Tirkiyeyê danê sibehê, li paytexta Tirkiye Enqereyê bi otomobîlekê êrîşeke bombeyî hate kirin.

Wezîrê Navxwe yê Tirkiyeyê Alî Yerlîkaya ragihand ku ‘li demjimêr 9:00 otomobîlek hatiye ber deriyê  wezareta navxwe û du terorîstan êrîşeke bombeyî pêk aniye.’

Yerlikaya diyar kir ku yek ji êrîşkaran xwe teqandiye û yê din jî hatiye bêbandokirin û 2 polîs jî birîndar bûne.

Derbarê nasnameya êrîşkaran de hîn ti daxuyanî nehatiye dayîn.