image

PeyamaKurd – Li hinek gundên ser bi navça Pencewîn a bi ser Silêmaniyê, bi balafirên bêajotvan êrîşên hewayî pêkhatin. Li gor ragihandina peyamnêrê K24ê; êrîşên hewayî li gundên Zerdkaw, Beyane, Kûşkawe û Renîne çêbûne.

Kes nizane armanca wan êrîşan çiye û ji aliyê kî de hatine kirin lê îro li bajarê Silêmaniyê jineka çalakvan di êrîşê de hat kuştin. Li Şarbajar jî di êrîşa hewayî ya dronî de 2 endamên PKK ê jiyana xwe ji dest dabûn.