image

PeyamaKurd – Li bajarê Kerkûkê li navça Pirde bi roketan li çeperên Pêşmerge xistin. Fermandarê pêşmerge yê eniya rojava yê Kerkûkê Nûrî Heme Elî ji bo Rûdawê gotiye ku îşev bi çend roketên Katyuşayê êrîşê ser çeperên Pêşmerge kirine.

Polîsê Kerkûkê bo peyamnêrê Rûdawê ragihandiye ku li nêzî Pirde nêzî Çemê Zerdele 4 roketên Katyûşa avêtine hêzên Pêşmerge.

Heman çavkanî ragihandiye ku çendeyekî berê li gundê Dûbîz û Birsaneweyê 4 roketan avêtine hêzên Pêşmerge lê ti birîndarî an mirin çênebûye û polîsên Pirde û artêşa Iraqê çûye ciyê bûyerê.

Ev 2 hefteye ku DEAŞ ê êrîşên xwe yên ser Pêşmerge û xelkê Kurdistanê zêde kiriye.