image

PeyamaKurd - Desteya Tendirustiyê ya Rêveberiya Xweser ragihand ku îro 36 kes bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) ketine û 11 kes bi Koronayê mirine. Hevserokê desteyê Dr. Ciwan Mistefa rêjeyên îro weha ragihand:

16.502 kes heya îro testên wan posîtîv derketine

       11 nexweş îro wefat kirine.

       36 kes testên wan posîtîv derketine.

         7 nexweşên berê baş bûne.

     668 nexweş heya îro wefat kirine.

  1.704 nexweş heya îro baş bûne.

Kesên îro bi koronayê ketine 14 ji wan li Hasekiyê ne, 5 kes li Qamîşlone, 1 kes li Dêrika Hemkoye, 2 kes li Dirbêsiyê ne, 8 kes li Dêrezorê ketine, 4 kes li kampa Holê ne û 2 kes li kampa Roj in.

Ji 11 kesan can dane, ji wan 2 kes li Qamişlo, 1 kes li Dêrikê, 2 kes li Tebqayê, 1 kes li Dêrazorê û 5 kes li Minbicê ne.