image

PeyamaKurd - Li Rojavayê Kurdistanê di çend rojên dawî de hejmarên bilind ên mirinên ji koronayê têne tomarkirin.

Hevserokê Desteya Tenduristiya Rêveberiya Xweser Dr. Ciwan Mistefa amarên 24 saetên borî yên vîrûsa Koronayê belav kirin û eşkere kir; 18 kesên din bi Koronayê can dane û 309 kesên din jî pê ketine.

Herwiha hat diyarkirin ku 2 nexweşên koronayê jî baş bûne.

Hejmara kesên li Rojavayê Kurdistanê wek pêketiyên vîrûsa Koronayê hatine tomarkirin gihîşt 31413 kesan, ji wan 2286 kes baş bûne û 1077 kes jî pê can dane.