image

PeyamaKurd Li Rojavayê Kurdistanê 3 kesên din ji ber vîrûsa Koronayê (Covid-19) can dan.

Hevserokê Desteya Tenduristiya Rêveberiya Xweser Dr. Ciwan Mistefa amarên 24 saetên borî yên vîrûsa Koronayê belav kir û diyar kir, 8 kesên din bi Koronayê ketine.

Dr. Ciwan Mistefa da zanîn, 3 kesan bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) can dane. Li Hemberê jî tu haleteke başbûnê ji vê nexweşiyê nehatiye tomarkirin.

Bi vî awayî, hejmara kesên li Rojavayê Kurdistanê wek hilgirên vîrûsa Koronayê hatine tomarkirin, gihiştiye 37289 kesan, ji wan 2519 kes baş bûne û 1519 kesan jî can dane.