image

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku di nav 24 saetên borî de, 64 nexweşên vîrusa koronayê li bajarên Rojhilatê Kurdistanê jiyana xwe ji dest dane.

Li gorî amarên fermî 27 pêketiyên koronayê li Ûrmiyê, 17 li Loristanê, 14 li Kirmaşanê, 3 li Sineyê û li Îlamê jî 3 kesan can daye.

Wezareta Tenduristiya Îranê di daxuyaniya îro de ragihand, li seranserê Îranê 405 kes ji ber koronayê mirine û 21 hezar û 644 kesên din jî pê ketine.