image

PeyamaKurd Lijneya Pêşmerge ya Parlamentoya Kurdistanê, îro bi armanca dûvçûna li ser pirsgirêkên Pêşmerge û kêmendamên çeper, serdana Wezareta Pêşmerge dike.

Endamê Lijneya Pêşmerge ya Parlamentoya Kurdistanê Seîd Herkî diyar kiriye: “Di heyama borî de, wek Lijneya Pêşmerge ya Parlamentoya Kurdistanê, me du lijne pêk anîbûn, bi armanca dûvçûna li ser pirsgirêkên nav peymanên (Îhale) tiştên ji Pêşmerge re tên, ango wek xorak, cilûberg û pêdiviyên şer û piştî dûvçûnên me em ê îro jî serdana Wezareta Pêşmerge bikin.”

Herwiha eşkere kiriye: “Di serdana xwe de ji bo diyarkirina kêmasiyan û dûvçûnên ji bo Pêşmerge û kêmendamên çeper û beşa tenduristiya Wezareta Pêşmerge, em ê li gel Şêwirmendê Wezareta Pêşmerge û beşa yasayî ya Wezareta Pêşmerge bicivin.”