image

PeyamaKurd - Patiryark û Serokê Kenîseya Kildanî li Îraq û Cîhanê Kardînal Lwîs Sako li Korbenda MEPSê ragehand,

“Min ji bo Hikûmeta Federalî pêşniyar kir ku wezaretekê ji bo giringîdana bi kêmaniyan damezrînin, ji bo ku berdewamî bi pêkvejiyana aştiyane di navbera pêkhatan de bê dan, herwekî ku li Îmaratê jî ev ezmûn heye, lê mixabin çi kesekî li Bexdayê guhdariya min nekir”.

Lwîs Sako di roja duyemîn ya Korbenda MEPSê de gotarek pêşkêş kir û destxweşî li wezaret û kesayetên ku giringiyê didin pêkhateyan û kêmaniyan kir.

Sako da da zanîn ku parastina hevsengiya ol û çandên cuda girîng e û pêkvejiyana aştiyane bi hemahengiya cudahiyan dewlemendiya hemû aliya ne û di xêra hemûyan de ye. 

Kardînalê Kildaniyan Sako got, “Divê em hemî bizavan bikin ku peywendiyên me berdewam bin, herwesa ji her karekî dûr bikevin ku me ji hestên neteweyî û pêkvejiyana aştiyane dûr bixin. Em tekez dikin ku divê hemî alî ji gotarên kerb û kînê dûr bikevin, ji gotarên eşîretî û mezhebî dûr bikevin, hemî alî tevlî hilgirtina berpirsyarîtiya dabînkirina dadperweriyê bibin, herwesa çavê me li wê yekê be ku peywendiya navbera pêkhatan zêdetir bihêz be, divê em hev fêm bikin”.

LLwîs Sako balê kişand ku şer û hevrikî tenê şikestin û têkçûnan peyda dike û ew rewş jî welatiyan westandiye û bêzar kiriye, loma jî divê em ji hevrikî û dijberiyan dûr bikevin û hewla pêkvejiyana di nav aştî û aramî de bidin.  ”.