image

PeyamaKurd Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Mazlûm Ebdî bi daxuyaniyekê da zanîn, hêzên wan bi têkbirina çekdarên DAIŞê li Hesekê, dîroka serkeftina Kobanî, careke din dubare kirin.

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Mazlûm Ebdî ji bi bo salvegera 7emîn a rizgarkirina Kobanî û serkeftina li Hesekê, li ser hesabê xwe yê Twitterê, daxuyaniyek belav kir û got: “7 sal di ser rizgarkirina Kobanê ku serkeftina yekemîn û destpêka têkbirina DAIŞê bû, derbas bûn. Îro hêzên me bi têkbirina DAIŞ li Hesekê û pûçkirina planên alîgirên wê, dîroka serkeftinê dubare dikin. Di navbera Arîn û Awaz de 7 sal in, lê sedemên berdewamkirina rêxistina DAIŞê didomin.”

Herî dawî Fermandarê HSDê eşkere kir: “Ji bo bidawîkirina DAIŞê, pêwîstî bi îstiqrara siyasî û aborî û erêkirina navneteweyî heye.”