
PeyamaKurd – Siyasetmedarê navdar û şaredarê berê yê Diyarbekirê Mehdî Zana, di bernameyeke televizyonê de got, ji bo wî siyaseta çep û rast nîne tenê Kurdayetî heye.
Mehdî Zana di bernameya Dîasporayê Rûdawê ku ji aliyê Hêmin Ebdullah ve tê pêşkêşkirin de axivî û got: “Karê min Kurdayetî ye. Ez Kurd im. Min ji bo vê siyaset meşand. Ez tiştekî nizanim lê çi ji destê min hatibe min bo lihevhatin û yekitiya Kurdan kir. Karê min bi çepitî û rastitiyê nîne. Li ser van mijaran jî gelek çûn û hatinên min li Başûrê Kurdistanê pêk hatin. Ez bi herkesê re di nav gotûbêjê de me.”
Mehdî Zana diyar kir, “Min bi rayedarên dewletan re hevdîtin pêk anî. Ji derveyî Rusya û Çîn li hemû welatan geriyam. Rêz dan min.”
Mehdî Zana bi bîr xist ku ew 16 salan û hevjîna wî Leyla Zana 10,5 sal di girtîgehê de mane û got: “Me di ber Kurdistanê de çi ji destê me hat kir. Piştî em ji girtîgehê derketin jî derfetên me nebûn. Me hewil da em jiyana xwe berdewam bikin. Têkiliya me bi tu partiyan re nîne.
Ji ber şert û mercan ez û Leyla ne bi hevre ne. Ji ber diya wê nexweş e bi wê re dimîne. Lê em ji hev haydar in. Ji ber girtîgehê û siyasetê min zarokên xwe nedidîtin. Lê niha em her roj bi hev re diaxivin.”
Zana anî ziman ku di doza Kurdiniyê de bêyî berdêl were dayîn nabe û wiha axivî: “Xelkê Farqinê welatparêz in û di dema min siyaset dikir de xwedî li min derket. Beşdarî xwepêşandanan bû.
Ji bo ez bi Kurdî diaxivîm wan ez himbêz kir. Ez ji bo Kurdayetiyê xebitîm. Wan ev yek dît û xwedî li me derket. Dema ez bi zimanê xwe diaxivîm coşek mezin ava dibû.”
“Doza me tenê Kurdayetî bû”
Zana got ku Kurdistan welatekî bindest e û bêguman dê dagirker pirsgirêka Kurd înkar bikin da zanîn: “Lê em Kurd in û daxwaza mafên xwe dikin. Şert û merca em neçar kirin ku ji welat der bikevin. Ez û Leyla jî demên dirêj di girtîgehê de man. Dibe ku şaşitiyên me hebin jî lê hemû doza me Kurdîtî bû. Hemû meseleya me Kurdînî bû. Dewlet jî li dijî Kurdî bû. Divê em xwedî lê derbikevin. Divê em bi zimanê Kurdî biaxivin.”