image

PeyamaKurd – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, nûnerê taybet yê Amerîkayê yê bo koalîsyona navdewletî ya li dijî IŞİD ê John Godfrey û heyeta pêre qebûl kir. Di hevdîtinê de li ser mijarên pêşdeçûnên dawiyê yên li Iraq û Sûriyê û xebatên li dijî êrîşên IŞİD ê hat axaftin.

Nûnerê taybet yê Amerîkayê yê hêzên koalisyona navdewletî John Godfrey, di hevdîtinê de behsa endîşeyên xwe yên di derbarê êrîşên IŞİD ê yên li Iraq û Sûriyê kir û behsa têkoşîna li dijî wan û aramiya herêmê kir û balê kişand ser girîngiya desteka Pêşmerge û artêşa Iraqê.

Godfrey, di ragihandina xwe de got ku hefteya pêşiya me li payîtexta Îtalyayê li Romayê dê koalîsyona navdewletî ya li hemberê IŞİD ê bicive.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî bi sedema desteka didin Pêşmerge, sipasiya koalisyona navdewletî kir û ragihand ku li deverên Kurdistanî yên di derveyê rêvebiriya Herêma Kurdistanê de ne, xebata hevpar yên Pêşmerge û yên bi artêşa Iraqê, weka pengavekî girîng nirxand.

Barzanî her weha behsa girîngiya heyetekî ji Herêma Kurdistanê ku dê tevlî zîrweya Romayê ya koalîsyona navdewletî bibin kir û sipasiya hêzên koalîsyonê kir.