image

PeyamaKurd – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi sedema koça dawî ya serokerkan û wezîrê karên derve yê Amerîkayê yê berê Colin Powel peyameka sersaxiyê di ser hesabê Twittera xwe de belav kir. Barzanî di peyama xwe de got ku Powel aştiyeka mayîndê ji bo herêmê dixwest. Mesrûr Barzanî weha got:

“Ji bo welat ji dîktatoriyê rizgar bikin em bi hevre xebitîn. Ez zanim Powel ji bo herêmê aşitiya mayînde dixwest. Ez bi wefata dostê heya bi heyayê yê Herêma Kurdistanê û Iraqê, wezîrê karên derve yê berê Colin Powel gelek xemgîn bûm. Ez hevparê xema malbata wî me.”

Powel berê serokerkaniya Amerîkayê û wezîrtiya karên derve yê Amerîkayê kiribû û 84 salî bû. Sedema wefata wî ji ber Kovid-19 ê û komlîkasyonên wê bû.

Ragihandina wefata wî ji aliyê malbata wî de di ser malpera facebookê de hat kirin.