image

PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, îro 5ê Kanûnê pêşwazî li Serokê Terîqeta Eliye ya Qadirî ya Kesnezanî yê li Cîhanê Şêx Nehro Mihemed Kesnezanî kir.

Piştî civînê hat ragihandin ku di hevdîtina ligel şanda Kesnezanî de, tekezî li ser pêşvebirina kultûra miyanrewî û pêkvejiyana aştiyane ya navbera pêkhateyên cuda yên Herêma Kurdistanê hatiye kirin.

Herwiha di hevdîtina ligel Serokê Terîqeta Qadirî ya Kesnezanî de, li ser rewşa giştî ya Kurdistanê û guherînên li Iraq û navçeyê hat axaftin.