image

PeyamaKurd – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, di pêwendiyekê de bi Lijneya Ewlehiyê ya Parêzgeha Hewlêrê re diyar kir; bi ti awayî nabe çav li ber ti kes, alî û komekê were girtin ku dixwazin zêdegavî li ser milkê giştî encam bidin. Lijneya Ewlehiyê demildest jûreke operasyonan ji bo cîbicîkirina fermanên Serokwezîr pêk anî.

Ragihandina Parêzgeha Hewlêrê, bi daxuyaniyekê hûrgiliyên civîna do êvarê ya Lijneya Ewlehiyê ya Parêzgeha Hewlêrê eşkere kir û da zanîn, civîn bi mebesta danîna plan ji bo rêgirtin li mijara zêdegavî û wê diyardeya ku li sînorê parêzgeha Hewlêrê destpê kiriye hatiye encamdan û Parêzgarê Hewlêrê Omêd Xoşnaw serperiştiya civînê kiriye.

Herwiha Ragihandina Parêzgeha Hewlêrê destnîşan kir, di beşeke civînê de Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi rêya telefonê beşdarî civînê bûye û biryar û rênimayên pêwîst pêşkêşî amadebûyên civînê kiriye û li Lijneya Ewlehiyê ya Parêzgeha Hewlêrê ferman kiriye ku bi ti awayî nabe çav li ber ti kes, alî û komekê were girtin ku dixwazin zêdegavî li ser milkê giştî encam bidin, li ser vê mijarê jî piştevaniya xwe ji bo Lijneya Ewlehiyê ya Parêzgeha Hewlêrê cardin aniye ziman.

Daxuyaniya Parêzgeha Hewlêrê eşkere kir, Lijneya Ewlehiyê ya Parêzgeha Hewlêrê biryara pêkanîna jûreke operasyonê û hêzeke hevbeş ji hemû hêzên ewlehiyê de, ku her îşev biryar kete warê cîbicîkirinê, herwiha hemû hêzên ewlehiyê destvekirî kir ji bo ku demildest hemû ew kes werin desteserkirin û rêkarên yasayî li hember werin kirin, ku zêdegavî li ser milkê giştî encam didin an jî rûbirûyî hêzên ewlehiyê dibin.