image

PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, li ser hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê ragihand ku ew hêvîdar in hilbijartin di meha Sibatê de bên kirin û êdî neyên paşxistin.

Serokwezîr Barzanî îro 21ê Mijdarê 4. Korbenda Aştî û Ewlehiya Rojhilata Navîn (MEPS23) de bersiva pirsan da û got: “Em dixwazin bibin çiraya demokrasiyê li herêmê, lewma ez ti carî alîgirê paşxistina hilbijartinan nebûme.”

Mesrûr Barzanî da zanîn: “Ev cara sêyem e hilbijartin tên paşxistin. Ez ti carî ligel paşxistina hilbijartinan nebûme, lewma hêvîdar im hilbijartinên Herêma Kurdistanê di dema xwe ya meha Sibata sala bê de bên kirin.”

Mesrûr Barzanî destnîşan kir: “Baweriya me ya temam bi demokrasîya Herêma Kurdistanê heye. Em dixwazin bibin çiraya demokrasiyê li herêmê. Eger partiyek nexwaze hilbijartinan bike, ti wateya nekirina hilbijartinan nîne.”

Serokwezîr Mesrûr Barzanî got: “Pêwîst e welatî ji vî mafî bêpar nemînin. Divê civaka navdewletî û Komîsyona Bilind a Hilbijartinan a Iraqê rê nede paşxistina hilbijartinan.”

Di berdewamê de jî Mesrûr Barzanî diyar kir, ew kesên ku hewla paşxistina hilbijartinan didin, divê ew berpirsyar bin, ne xelkê Herêma Kurdistanê.