
PeyamaKurd – Serokwezîr Mesrûr Barzanî di daxuyaniya xwe ya derbarê êrîşa li ser Balafirxaneya Arbetê de ragihand, ew her binpêkirina serweriya Kurdistan û Iraqê şermezar dikin.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî derbarê êrîşa do bi balafirên bêmirov ên li ser balafirgeha navçeya Erbet a Silêmaniyê de daxuyaniyek da.
Serokwezîr jî êrîş şermezar kir û got:
Bi bûyera Balafirgeha Arbetê em xemgîn in. Divê aliyên pêwendîdar lêkolîneke berfireh bikin da ku bûyer çawa qewimî û rastiyan eşkere bikin.
"Em her karekî neqanûnî ku serweriya Kurdistan û Iraqê binpê bike û gefê li ewlehî û aramiya Herêma Kurdistanê bike, şermezar dikin."
Do li dijî balafirxaneya navçeya Arbet a Silêmaniyê bi balafirên bê mirov êrîşek hat kirin.