image

Mesrûr Barzanî: Mafê çarenivîsê mafekî rewa ye

PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistana Iraqê Mesrûr Barzanî, îro 12ê Sibatê li Lûtkeya Cîhanî ya Hikûmetan a li Dubaîyê tê lidarxistin, gotarek pêşkêşî serok û berpirsên welatên Rojhilata Navîn û cîhanê kir.

Mesrûr Barzanî di gotareke xwe de, peyama Kurdan a daxwaza diyarkirina mafê rewa yê çarenivîsa xwe gihand serokên welatên cîhanê û got, "Gelê Kurd ji bo çarenivîsa xwe diyar bike xwedî daxwazeke rewa ye."

Serokwezîr Barzanî da zanîn: “Ez îro wekî serokwezîrê Herêma Kurdistanê li pêşberî we diaxivim. Hêrêma me di nav 20 salên dawî de, serkeftinek li hember bermayiyên Iraqa berê bi dest xist. Herwiha ez wek kesekî ku me digel biryardarên herêma me, gelek zehmetiyên hevpar derbas kirine diaxivim.”

Serokwezîr Barzanî da zanîn ku li herêmê bi giştî daxwaz û vîna pêşketinê heye ku neçar in di çarçoveya wê pêşketinê de, li benda mafê xwe yê çarenivîsê bin.

Mesrûr Barzanî destnîşan kir: “Mafê çarenivîsê motîvasyoneke girîng a xwezaya mirovan e. Divê em keşeke xweş a jiyanê li welatiyan re ava bikin.”

Tê çaverêkirin Serokwezîr Mesrûr Barzanî, di 11emîn Lûtkeya Hikûmetan a Cîhanê de, ku li bajarê Dubaî yê Îmaratê tê lidarxistin, hejmarek hevdîtinan bi serok û berpirsên welatan re pêk bîne.