image

PeyamaKurd - Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê îro 17ê Tebaxê bi seroktiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî civîna xwe ya heftane li dar xist.

Piştî civînê hat ragihandin ku, Serokwezîr Mesrûr Barzanî encama serdana şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya bi serokatiya Serokwezîr ji bo Bexdayê û civînên ligel Serokwezîrê Iraqê û Serokê Parlamanetoya Iraqê û Serokê Encûmena Bilind a Dadwerî pêşkêşî amebûyan kir.

Mesrûr Barzanî got, “Me di civînan de helwesta Herêma Kurdistanê dûpat kiriye ji bo çareserkirina kêşeyan û gihîştina rêkeftineke dadperwerane li ser bingeha destûrê. Her du aliyan li ser berdewamkirina gotûbêjan di navbera Wezareta Petrolê ya Federal û Wezareta Çavkaniyên Sirûştî ya Herêma Kurdistanê de ji bo gihîştina çareseriyeke hevbeş dûpat kiriye, ku di berjewendiya welatiyên Iraqê de be.”

Wezîrê Rewşenbîrî û Ciwanan Hemey Hemeseîd jî di civîna Encûmena Wezîran de, li ser serdana xwe ya bo welatê Ermenistanê û hevdîtin û civîn û çalakiyên xwe yên li wî welatî pêşkêş kir.

Wezîrê Pêşmerge Şoriş Îsmaîl jî behsa serdana şanda serbazî ya Herêma Kurdistanê ya Brîtanya û Amerîkayê kir û destnîşan kir ku di hevdîtin û civînan de rayedarên herdu welatan tekezî li girîngiya berdewambûna piştevaniya Hevpeymanan bo hêzên Pêşmerge kirine.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî ligel destxweşiyê, tekezî li girîngiya berdewamkirin proseya çaksaziyê û rêkxistina hêzên Pêşmergeyê Kurdistanê kir ku dest pê kiriye û ji pêgavên pêşîn ên Kabîneya Nehem e.

Di beşa duyem a civînê de, li ser pêşkêşkirina kurteyek derbarê daxwazên nerewa yên Wezareta Petrolê ya Iraqê yên li dijî Wezareta Çavkaniyên Sirûştî û kompaniyên navdewletî yên petrol û gazê yên li Herêma Kurdistanê hat pêşkeşkirin û rêkarên Hikûmeta Herêmê bi rêya wê lijneya yasayî ya ji bo vê mijarê ye, hat raspartin.

Herwiha Encûmena Wezîran tevî destxweşiyê, helwesta xwe dûpat kiriye ku Herêma Kurdistanê berdewam dibe di hewldanên xwe yên ligel Hikûmeta Federal de ji bo dîtina çareseriyeke hevbeş ku di xizmeta hemû aliyan de û di çarçoveya destûrê de be.