image

PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, îro 29ê Mijdarê pêşwazî li Balyozê Koreya Başûr li Iraqê Choi Sung-soo kir.

Piştî civînê hat ragihandin ku pêşxistina pêwendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Koreya Başûr de hatine gotûbêjkirin.

Balyozê Koreya Başûr diyar kiriye ku ew dixwazin girîngiya zêdetir ji bo xurtkirina pêwendiyên dostane yên di navbera welatê wan û Herêma Kurdistanê bê dayîn û kurteyek li ser kar û projeyên xwe pêşkêş kir.

Di civînê de, Serokwezîr Mesrûr Barzanî spasiya beşdarbûna Koreya Başûr a proseya geşepêdana Herêma Kurdistanê û piştevanîkirina li Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir ku bi riya bicihkirina çend projeyên hevbeş di navbera Hikûmeta Herêmê û Ajansa Koica di warên cuda de, bi taybetî dîjîtalkirin û elektronîkkirina sîstemên girêbestên giştî, ku dibe sedema sînordarkirina îsrafkirina samanên giştî, kêmkirina burokrasiyê û pêşxistina zelalî û şefafiyetê, ku ev yek jî beşeke girîng a karnameya Kabîneya Nehemîn e.