image

PeyamaKurd – Cîgirê Serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Mesrûr Barzanî ji bo 60 saliya damezrandina Dengê Kurdistanê peyameke pîrozbahiyê belav kir û da zanîn, “Dengê Kurdistanê xwedî dîrokeke dirêj û hemû şanazî serwerî ye di berevanîkirina li mafên rewa yên gelê Kurd de.”

Cîgirê Serokê PDKê di peyama xwe de wiha got:

Rêvebir, stafa birêvebirinê û karmendên rêzdar ên Dengê Kurdistanê:

Bi boneya 60 saliya damezrandina Dengê Kurdistanê, bi germî pîrozbahiyê li we dikim û hêviya pêşketin û berdewamiyê ji we re dixwazim.

Dengê Kurdistanê xwedî dîrokeke dirêj û hemû şanazî serwerî ye di berevanîkirina li mafên rewa yên gelê Kurd de û dengê resen, rasteqîne û sekoyeke rastgo ya şoreşê, Pêşmergeyên qehreman, gelê Kurdistanê û hemû azadîxwazan bû. Herwiha dibistanek ji bo perwerdekirina bi dehan rojnamevan, ragihandkar, kadro û serkirdeyên jêhatî bû.

Di vê boneyê de, bi rêz û pêzanînê ve hemû xebatkar û têkoşerên ku di qonaxên cuda de li ser vê sekoyê xizmet kirine, bibîr tînin.

Destxweşiyê li we dikim û hêciya pêşkeftinên zêdetir ji we re dixwazim.

Mesrûr Barzanî

Cîgirê Serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê