image

PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî derbarê mirina 27 penaberan li Kanala Îngilîz (navbera Fransa û Brîtanyayê) peyamek belav kir û xemgîniya xwe anî ziman. Li gorî zanyariyên dawî hejmara miriyên belema noqbûyî gihîştiye 31 kesan û berpirsên Fransî dibêjin, piraniya wan Kurd in.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî li ser hesabê xwe yê Twitterê ragihand: “Ez gelek xemgîn im ji ber şeva borî canjidestana 27 penaberan li Kanala Îngilîz, ku dibe hejmarek ji wan Kurd bin, em ji bo diyarkirina nasnameyên wan dixebitin. Em hevxemiya xwe jî ji bo malbatên wan tînin ziman.”

Mesrûr Barzanî herwiha destnîşan kir: “Ev bûyer metirsiya koçkirina neyasayî û wan qaçaxçiyan tîne bîra me ku xelkê ber bi mirinê ve dibin. Divê em hemû bi hev re rê li ber wan bigrin."

Hejmara miriyên belama koçberan a li Kanala Îngilîz binav bûye zêde bû: 'Pirani