image

PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, di çarçoveya serdanên xwe yên berdewam ên bo wezaretên Hikûmeta Kurdistanê de, îro 23yê Hezîranê serdana Wezareta Darayî û Aborî kir.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, di serdana Wezareta Darayî û Aborî ya Kurdistanê de, bi Wezîrê Darayî û Aborî Awat Şêx Cenab û berpirsên wezaretê re civiya û li ser karûbarên wezaretê guftûgo kir.

Beriya niha jî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî serdana hejmarek ji wezaretên Herêma Kurdistanê kiribû û rewş û karûbarên wan wezaratanji nêzîk ve şopandibû.