.jpg)
PeyamaKurd – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li ser çareseriya pirsgirêkên di navbera Bexda û Herêma Kurdistanê de ragihand ku wan bingeha berya peymanan îmze bikin, bi Bexdayê re danîne û lihevkirinê weke lihevkirina pêşiya peymanan bi nav kir.
Mesrûr Barzanî li Çiyayê Korekê bi balyoz, nûner û dîplomatên ji gelek welatan ku ji bo Newrozê hatibûn dawetkirin bo Herêma Kurdistanê, ragihand ku niyeta wan heye pirsgirêkên nav xwe yên Herêma Kurdistanê bi temamî çareser bikin. Barzanî ragihand ku bi tevlîbûna ew çend balyoz û nûnerên welatan re civiyaye kêfxweşe û weha dewam kir:
“Newroz ji bo me gelek tiştan îfade dike. Meha adarê carna bi bûyerên xerab û carna bi bûyerên qenc tê bibîranîn. Newroz serkeftina rohniyê ya li hemberê tariyê ye. Serkeftina hesinkar ya li hemberê zalime. Serkeftina milletekî bindeste. Newroz destpêkekî nûye û salekî nûye.
Piştî çend hevdîtinên hukumeta Herêma Kurdistanê bi hukumeta federal re, dixwazim bi dilxweşî bêjim ku em gihan ser bingeha berya peymanan. Di hevdîtina bi serokwezîrê hukumeta Federal ya dawiyê de, me lihev kir ku cudahiyên xwe û pirsgirêkên xwe ji xwe re bikin derfet, em ê çawa pirsgirêkên xwe yên neçareserkirî çareser bikin, plan bikin, em ê çawa bibînin ku em ê pêşde herin û em ê mijaran çawa koordîne bikin.
Ez gelek xweşbînim ku budçe be an qanûna petrol û gasê be, mijara ewlehî be, her çi dibe bila bibe, di sehayên ku em dikarin ji Iraqê re xizmetê bikin de, em gelek pirsgirêkên xwe dikarin çareser bikin.
Ji bo mijarên navxweyî yên Kurdistanê, bi sedema Newrozê ez ê bangî cîgirê serokwezîr û wezîrên YNK ê bikim da tevlî civînên encumena wezîran bibin. Eger niyeta me hebe em pirsgirêkan çareser bikin, em dikarin çareser bikin. Dikarim bêjim niyeta min heye temamê pirsgirêkan çareser bikim û ev daxwaza min e.”