image

PeyamaKurd - Çavpêkeftina Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di çarçoveya panela sêyê ya Gera Çarê ya Korbenda Aştî û Ewlehiya Rojhilata Navîn (MEPS23) de bi Rojnamevana Navdar a BBCyê Miryem Muşîrî re dest pê kir.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî di gotara xwe ya destpêkê de, balê kişand ku gelê Kurd gelek şer dîtine û dizanin  ku şer çend xirab û wêranker e û got : "Bila ez ji wê yekê dest pê bikim ku em çend dijî şerî ne û nabe şer ji bo çarekirina arêşeyan bê bikaranîn.

Barzanî wiha berdewam kir : Eger em berê xwe bidin rewşa Xezzeyê, gelo rewşa xelkê wê derê niha baştir e an berî 7ê Cotmehê? Bi dîtina min, bersiva wê gelek ron e. Xelkê sivîl û bêtawan xûkeke gelek giran dide, em şer û êrîşên li ser xelkê sivîl şermezar dikin. Bi dîtina me, divê çareseriyeke aştiyane ji bo her hevrikiyeke take rê be ku ji bo çareseriyan bê şopandin.