image

PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, îro 16ê Gulanê pêşwazî li şanda Saziya Darayî ya Navdewletî (International Financial Corporation IFC) kir.

Piştî civînê hat ragihandin ku di hevdîtinê de, şanda mêvan kurteyek li ser kar û çalakiyên saziya xwe pêşkêş kiriye ku bixwe endama grûpa kerta taybet a banka navdewletî ya cîhanê ye.

Şanda IFCê hewldanên Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, yên li ser pêkanîna çaksaziyan di sektorên cuda cuda de, bilind nirxand.

Mesrûr Barzanî û şanda IFCê, di civînê de li ser pêşvebirina hevahengiya ligel Hikûmeta Herêma Kurdistanê û derfetên encamdana projeyên hevbeş ligel sektora taybet a li Herêma Kurdistanê jî axivîn.