image

PeyamaKurd-Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, îro pêşwaziya Balyozê Amerîkayê yê Iraqê kir. Hat zanîn ku Balyozê Amerîkayê, ji ber dawîlêhatina erka xwe ya balyoziyê, serdana Mesrûr Barzanî kiriye.

Balyozê Amerîkayê yê Iraqê Matthew Tueller, îro serdana Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî kir. Hat ragihandin ku Tueller ji ber dawîlêhatina erka xwe ya balyoziyê, ev serdan pêk haniye. Mesrûr Barzanî jî di hevdîtina hat kirin de spasiya xwe pêşkêşî Balyozê Amerîkayê yê Iraqê kir ku di pêşvebirina pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Amerîkayê de hewilên wî çêbûne. Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, di erka Balyozê Amerîkayê Matthew Tueller ya nû de serkeftinê xwest.

Hat ragihandin ku di hevdîtinê de ji bilî mijarên heyî, li ser rewşa pêşhatên li Iraqê û pêşvebirina pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Amerîkayê yên di warê bazirganî û veberhênanê de jî hatine guftûgokirin.