image

PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, îro Yekşemê pêşwazî li Cîgirê Şandeyê Amerîka yê taybet bo Sûriyê David Brownstein kir.

Di hevdîtinê de Konsolê Amerîka yê li Hewlêrê Robert  Waller amade bû, pêşhatên dawiyê yên Iraq û Sûriyê û pêşvebirina hevahengiya ligel Hevpeymaniya Navdewletî ya Rûbirûbûna DAIŞê hatin guftûgokirin.

Di civînê de girîngiya tekezî li berdewambûna piştevanîkirina li hêzên Pêşmerge hate kirin ji bo rûbirûbûna metirsiyên DAIŞê ku hîn jî gefeke rasteqîne ye li gelek deverên Îraq û Sûriyê.

Herwiha her du aliyan piştgîriya xwe ji bo diyaloga aliyên kurdî li Sûriyê bi arasteya misogerkirina mafên netewî yên gelê kurd di çarçoveya Sûriyê de tekez kirin.