image

PeyamaKurd – Serokwezîr Mesrûr Barzanî, serdana mezintirîn muzexaneya Akropolîs ya Yûnanistanê jî kir.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî, do piştî ku serdan û hevdîtinên xwe yên li welatên Belçîka û Yûnanistanê bi dawî kir, vegeriya Kurdistanê.

Mesrûr Barzanî li kêleka hevdîtinên siyasî, serdana muzexaneya Akropolîs ya Yûnanistanê jî kir.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, li ser serdana muzexanê vîdeoyek li ser twîttera xwe belav kiriye û gotiye: Min di kevana serdana xwe de ji bo Yûnanistanê, li muzexaneya Akropolîs de beşek ji dîroka şirîkên me dît.

Muzexaneya navdar ya Akropolîs, li nav bajarê Atînaya paytext de û li kêleka perestgeha navdar a Partenon hatiye çêkirin.

 

Di wê muzexanê de ku mezintirîn muzexaneya Yûnanistanê û yek ji muzexaneyên girîng yên cîhanê ye, beşek mezin û girîng ji dîroka kevnar a Yûnanistanê hatiye nîşandan. <

During my visit to Greece, I saw parts of common history at the Acropolis Museum. pic.twitter.com/TAOh15omp9

— Masrour Barzani پابەندین# (@masrour_barzani) June 11, 2021

>