image

PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, bi boneya salvegera 39emîn a jenosîdkirina 8 hezar Barzaniyan peyamek belav kir.

Mesrûr Barzanî di peyama xwe ya ku li ser hesabê Twitterê belav kiriye de li ser anîna Kurdistanê ya 100 rûfatên Barzaniyan got, wê çîrokên termê 100 qurbaniyên Enfalê her tim li cem me zindî bimîne.

Serokwezîr Mesrûr Barzannî diyar kir, berî 39 salan, zêdetirî 8000 mêr û kurên Barzanî ji aliyê rejîma berê ve hatin revandin ku gelek ji wan bi saxî li biyabanên dûr ên başûrê Iraqê hatin binaxkirin; yên din hatin îdamkirin. Îro termê 100 qurbaniyên din vegeriyan gundê Barzan, çîrokên wan dê bi me re berdewam zindî bin.