image

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku sedema sereke ya zêdebûna çalakî û liv û tevgera rêxistina terorîst DAIŞê li Kerkûkê, milîsên Heşda Sunî ne ku ji aliyê hikûmeta Iraqê ve hatine avakirin û alîkariya DAIŞê dikin.

Hêjayî gotinê ye ev demek e li parêzgeha Kerkûkê bi taybet li Dûbiz, Daqûq û Hewîcê êriş û çalakiyên DAIŞê zêde bûne.

Fermandarê hêzên Pêşmerge li Kerkûkê, lîwa Heme Rêgir ji BasNewsê re gotiye, li deverên Kurdistanî bi taybet li deverên Dûbiz, Daqûq û Hewîce yên Kerkûkê çalakiyên DAIŞê zêde bûne û şaneyên wan veşartî alîkariya wan dikin û derfeta êrişên terorîstî bo wan zêde bûye.

Heme Rêgir dibêje, mixabin heta astekê hikûmeta Iraqê jî derfet bo DAIŞê çêkiriye ew jî bi rêya avakirina hêza Heşda Sunî ye. Çimkî beşek ji wan çekdarên Heşda Sunî berê endamên DAIŞê bûn û niha jî bi wan re hevkariyê dikin. Ji ber wê yekê, Heşda Sunî li şûna ku li dijî DAIŞê şer bike, alîkariya wan dike.

Li ser pêkanîna 4 jûrên hevbeş di navbera hêzên Pêşmerge û artêşa Iraqê de jî fermandarê Pêşmerge got, ji ber ku ew jûr nû hatine danîn, hîn bi rengekî aktîf dest bi kar nekirine lê bi rastî heta niha ne bi dilê me ye.