
PeyamaKurd – Jeologê navdar Prof. Dr. Nacî Gorur, beşdarî Komxebata Erdhejê ya Diyarbekirê bû ku ji aliyê Endezyarên Jeolojîyê, Zanîngeha Dicle, Federasyona Karsazên Rojhilat û Başûr, Odeya Bazirganiya Diyarbekirê û çend saziyên din hatibû lidarxistin.
Prof. Nacîr Gorur, li ser gef û xeteriya erdhejê li ser bajarê Diyarbekir ê Bakurê Kurdistanê nirxandin kirin.
Gorur dibêje, ku du gefên erdhejê li ser Diyarbekirê hene, lê belê ji ber ku zemîna bajêr saxlem e, erdhej Diyarbekirê bi xwe gefê çênake.
Nacîr Gorur diyar kiriye, wê Diyarbekir erdhejên bajarên cîran hîs bike û lewma jî divê tedbîr
“Ger em li jeolojiya Diyarbekirê binêrin, bi giştî kevirê bazalt e û saxlem e. Ger li ser zemîna bazalt avahî bên çêkirin di erdhejê de naruxin û mirov namirin. Ger hûn avahiyan bi malzemeyên saxlem çêkin, wê erdhej tenê wekî ya cîranan bê hîskirin. Diyarbekir bi xwe ne di bin gefa erdhejê de ye. Hûnê erdheja cîranan hîs bikin. Loma jî divê tedbîr bên standin.”