
PeyamaKurd - Îro, di 21ê Mijdara 2023an de, Wezîrê Berê yê Gencîneya Brîtanyayê û Perlemantarê niha yê Brîtanyayê Nazim Zehawî di paneleke Korbenda MEPSê de ragehand,
“Serokwezîrê Herêma Kurdistanê doh di gotarekê de rastiyek eşkere kir, ew jî ew e ku guhertinên seqayê metirsî xistine ser Îraq û Herêma Kurdistanê. Ew yek wekî mirovatî qebên me hemiyan dixwaze”.
Zahawî li ser peywendiyên Herêma Kurdistanê û Îraqê, anî ziman ku divê herdu hikûmet li hev bikin û bala xwe bidin ser çarekirina guhertinên seqayê.
Dîsa li ser hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê jî wiha got,
“Divê Hikûmeta Îraqê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê li hev bikin ji bo ku hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê dîsa bê destpêkirin ku çavkaniya wê ya aborî ye. Ji bo çarekirina arêşeyan, em nikarin xwe ji petrol û gazê dûr bikin, ew ecêndayek e ku divê em li ser kar bikin”.