image

PeyamaKurd – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî balyozê nû yê Îngîltere ku tayînî Hewlêrê (Erbîl) bûye James Goldman qebûl kir. Nêçîrvan Barzanî di her axaftina xwe de ji bo balyoz got ku ji bo alîkariyê ji destê wan çi were dê ji bo Balyoz bikin û jê re ragihand ku Herêma Kurdistanê bê guman dixwaze têkiliyên xwe yên duqolî bi Îngîltere re bimeşîne. Barzanî her weha behsa girîngiya pêşdebirina pêwendiyên navbera Kurdistanê û Îngîltere kir.

Goldman jî ragihand ku ew gelek raziye vê wezîfa li Herêma Kurdistanê girtiye ser milên xwe. Goldman li ser navê welatê xwe car din got ku Îngîltere desteka xwe ji bo Herêma Kurdistanê dewam dike, amade ye ku bi cûre sektoran re xebatê bike û têkiliyan xwurt bike.

Di hevdîtinê de her dî teref li ser rewşa heyî ya Iraqê û Herêma Kurdistanê dan û sitendinan kirin.