image

PeyamaKurd – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, şandeke Amerîkî re civiya. Civîn, ji birêzan Joey Hood Yarîdederê Wezîrê Karên Derve yê Rojhilata Nêzîk bi Wekalet, Aimee Cutrona Yarîdedera Şandera Taybetî Amerîka yê Sûriye bi Wekalet, Zehra Bell Birêvebera Karubarê Iraq û Sûriye li Encumena Asayîşa Neteweyî û ji Scott Simmons Fermandeyê Navenda Amerîkî pêk dihat.

Li gor zanyariyan, di civîna ku birêz Balyozê Giştî yê Amerîka li Hewlêrê Rob Waller amade bû de, pêwendiyên Iraq û Herêma Kurdistanê li gel Amerîka, rewşa Iraq û Herêma Kurdistanê bi giştî, pêwendiyên Hewlêr – Bexda, hilbijartinên paşerojê ya Iraqê, tevger û metirsiyên DAIŞ, erkê Hevpeymaniya Navdewletî li Iraqê û çend pirsên din ê girîng û hevbeş hatin nirxandin.

Herwiha her du alî bi hev re bûn ku DAIŞ metirsiyeke rastîn e û gefê li aramiya Iraq û navçeyê dike û ji bo rûbirûbûna wê û nehiştina yekcarekiya wan, Iraq û Herêma Kurdistanê pêwîstî bi piştgîrî û berdewamiya erkê Hevpeymaniya Navdewletî heye, herwiha hevkarî û hemahengiya di navbera Pêşmerge û hêzên Iraqê bi pêwîst zanî.

Rewşa Sûriye û pêşbîniyên ji paşeroja wî welatî, mijareke dinê civînê bû. Şandê dûpat kir ku Amerîka li rûbirûbûna teror û tundiyê û li yarmetîdan û piştgiriya Hevpeymanên wê yên li navçeyê yên ji bo rûbirûbûna DAIŞê berdewam dibe, herwiha guftûgoya di navbera aliyên Kurdî yên Sûriye bi girîng dane zanîn û hêvî xwestin bikarin kêşeyên xwe çareser bikin û bigihin rêkeftinê.