image

PeyamaKurd - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ku meha borî ji aliyê Prensê Abû Dabiyê welîehd El Nahyan bi fermî hatibû vexwendin, îro 11ê Hezîranê derket serdana Îmaratê.

Nêçîrvan Barzanî ji bo bi berpirsên Îmaratê re hejmarek hevdîtinên fermî bike gihîşt Ebû Dabiyê û bi merasîmeke fermî hat pêşwazîkirin.

Wê Nêçîrvan Barzanî li Îmaratê çend hevdîtinên girîng pêk bîne ku Ebû Dabî dixwaze di herêmê de roleke girîng bide ser milên xwe û dixwaze bi Iraqê û Herêma Kurdistanê re xwediyê têkiliyên baş be.