image

PeyamaKurd –Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, li Londonê do bi siyasetmedar û serokwezîrê berê yê Brîtanya û dostê gelê Kurdistanê John Major re civiya.

Serok Nêçîrvan Barzanî, spasî û pêzanînên gelê Kurdistanê ji bo  John Major dûpat kir ji bo wê piştevanî û hevkariyên salên 90î yên sedsala derbasbûyî di rojên teng de pêşkêş kiribû û bi welatên din ê dost bi hanaya gelê Kurdistanê ve hatin ku li encamê de biryara 688 ya navdewletî derket û navçeya nefirîn û newaya aram ji bo gelê Kurdistanê damezra.

Li vî derbarî de Nêçîrvan Barzanî destnîşan kir: ‘‘Gelê Kurdistanê tu carî hevsozî û dostayetiya cenabê we û gel û Hikûmeta Brîtanya û welatên din ê dost ji bîr nake û her dem bi rêz û pêzanînê ve li hevkarî û piştgîriya we û bi girîngîdana berdewamiya bi doza xwe ya rewa dibîne.’’

John Major soz û xweşdiviya xwe ya ji bo gelê Kurdistanê dûpat kir û hêviya serkeftinê ji bo gel û ezmûna Herêma Kurdistanê xwest.

Nirxandina rewşa siyasî û emnî ya Iraq û navçeyê bi giştî û îro ya Herêma Kurdistanê û destkeftên sîh salên piştî wê dîrokê, mijareke din a hevdîtinê bû.