image

PeyamaKurd – Wezîra karên derve ya Îsweçê Ann Linde bi seredanekî fermî ji Bexdayê çû  Hewlêrê û bi serokê Herêma Kurdistanê bi Nêçîrvan Barzanî re hevdîtin kir. Barzanî li ber derê baregeha serokatiya Herêma Kurdistanê pêşwaziya Linde kir.

Barzanî û Linde li ser koçberên ku li ser sînorê Belarûsê û Polonyayê asê mane axifîn. Sibê wê Linde bi nûnerên kêmnetewe re bicive û seredanên xwe yên li Hewlêrê dewam bike.

Linde, li Bexdayê bi wezîrê karên derve Dr. Fûad Huseyin, serokwezîr Mistefa Kazimî, serokkomar Berhem Salih re hevdîtinan kiribû.

Li gor texmînan; li Îsweçê li dora 150 hezar Kurd dijîn û Kurd li Îsweçê xwediyê diyasporayê ne.