
PeyamaKurd – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî birîndarên salona dawetê yên Hemdaniyê li nexweşxanê ziyaret kir. Barzanî got ku ji serokwezîrê Iraqê ji Sûdanî xwestiye ku lêpirsîna bûyerê bikin û li mexdûran xwedî derên.
Li bajarê Mûsilê li navça Hemdaniyê di salona dawetê de şewat derketibû û di encamê de, di ser 100 î de kes can dabûn û 150 kes birîndar bûbûn.
Hinek birîndarên salonê ji bo dermankirinê birin nexweşxanên Hewlêrê. Li ser neqla hinek birîndaran ji bo nexweşxana Emergencyê, serokê Herêma kurdistanê Nêçîrvan Barzanî seredana wan kir, bi wan re axifî û ji rêvebirên nexweşxanê agahiyan sitend.
Nêçîrvan Barzanî ji bo rojnamevanan got:
“Berya her tiştî ez ji bo mirovên gorîvanên bûyerê sersaxiyê dixwazim. Felaketekî mirovî bû. Ez sipasiya tîmên tenduristiyê yên wezareta tenduristiyê û Parêzgeha Hewlêrê dikim ku di serî de xwe gihandin ciyê bûyerê. Ji ber îro xebatkarên tenduristiyê bi birîndaran re eleqedar bûn, sipasiya temaman dikim. Ji bo temamê xelkê Herêma Kurdistanê ciyê serbilindiya me ye. Di roja vê felaketa mirovî de, divê em bi birayên xwe re bin. Xwedê sebrê bide mirovên wan.”
Nêçîrvan Barzanî her weh agot ku li ser mijarê di rêya telefonê de bi serokwezîrê Iraqê Muhammed Şiya es-Sudani re axifiye û axaftina xwe weha dewam kir:
“Sûdanî bi rewşê re ji nêz de eleqedar dibe. Wezîrên karên hundir û yê tenduristiyê yê Iraqê bilez şand Mûsilê. Me jê daxwaz kir ku lêpirsîna bûyerê bêkirin û tazmînatê bidin mexdûran. Ji destê wî çi tê dike.”