image

PeyamaKurd - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, îro 22yê Gulanê li Silêmaniyê di merasîma derçûna pileya şeşemîn a efseran û pileya 16 a Pêşmerge de li 3. Koleja Serbazî ya Qelaçiwalan a Silêmaniyê gotarek pêşkeş kir.

Nêçîrvan Barzanî di axaftina xwe de got, federalî serweriya Iraqê lawaz nake, loma em daxwaz dikin li gor destûrê em bi hev re tevbigerin û Iraq jî weke beşek ji sîstema berevaniyê li Pêşmerge binêre û herwiha divê bilez yekkirina Pêşmerge pêk were.

Nêçîrvan Barzanî ji Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar ên Iraqê, Wezîrê Berevanî û Serokerkanê Artêşa Iraqê daxwaz kir ku hêza Pêşmerge wek di destûra Iraqê de heye û divê wek beşeke sîstema berevaniya Iraqê bibînin û pêdiviyên Pêşmerge dabîn bikin. Divê di yekkirina her du lîwayan de lez bikin ku rê li ber bihêzbûna DAIŞê li herêmê were girtin.

Serokê Herêma Kurdistanê da xuyakirin: “Gelê Kurdistan û Iraqê, ez pîrozbahiyê li we dikim ku hûn derçûna vê pola Pêşmerge li vir dibînin, ji ber ku ew dê bibin alîkarên mezin ji bo parastina serweriya Iraqê, parastina serweriya Iraqê di berjewendiya her welatiyekî û herêma Iraqê de ye. Parastina Iraqê ji bo me gelekî girîng e û parastina Herêma Kurdistanê weke beşek ji dewleta Iraqê divê ji bo her Iraqî û hemû saziyên dewleta Iraqê girîng be û wek erkekî hevbeş were dîtin. Bihêzbûna Iraqê û parastina berjewendiyên gelê Iraqê dê Herêma Kurdistanê jî di nav de hemû navçeyên Iraqê bi hêz bike.”

Nêçîrvan Barzanî bibîr xist: “Federalî ji bo hêsankirina birêvebirina karûbarên navxweyî yên welat û wekheviya di navbera civak û navçeyên Iraqê de ye. Federalî serweriya Iraqê lawaz nake lê dê hevkariya me Iraqê bihêztir bike.”

Serokê Herêma Kurdistanê di beşeke axaftina xwe de da zanîn: “Destûra Iraqê bi vê têgihiştinê ji nû ve hat nivîsandin, ji ber wê jî em her tim daxwaz dikin ku em li gorî ruhê destûrê bi hev re tevbigerin ku em di wê baweriyê de ne ku eger wisa bibe em hemû serketiyên proseya siyasî ya Iraqê ne. Dema ku sînorên Iraqê, hêz û biryarên wê ji destwerdanên derve tên parastin, ev yek di tevahiya berjewendiya Iraqê de ye. Dema ku hemû herêm, parêzgeh û deverên Iraqê bên parastin, ev yek jî di berjewendîya hemû Iraqiyan de ye. Ev nerîna me li Herêma Kurdistanê ye û Pêşmerge bi vê hest û baweriyê perwerde dibin.”

Nêçîrvan Barzanî destnîşan kir, “ji ber vê yekê em bi serbilindî dibêjin ku piştî rûxana rejîmê di sala 2003yan de asayîşa li deverên Bexda û parlamentoya Iraqê di ewlehiyê de ma, ji ber ku parastina wan erkê Pêşmergeyên Kurdistanê bû. Li gor gotinên şahidan pêşmerge bi awayekî profesyonelî karên xwe kirine û niha jî  hin ji wan cihan bi rêve dibin.”