image

PeyamaKurd – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, berpirsê wezareta karên derve ya Almanya ku ji karûbarên Rojhilata Navîn û Bakûrê Afrîkayê berpirse Tobias Tunkel û heyeta pê re qebûl kir. Barzanî ji ber destek û alîkariya li hemberê terorê ya Almanyayê ya ji bo Kurdistanê û Iraqê sipasiya Almanya kir.

Di heyetê de serkonsolosê Almanya yê Bexdayê Martin Jaeger û konsolosê Almanya yê Hewlêrê Klaus Streicher jî amade bûn. Li ser hevdîtinê serokatiya Herêma Kurdistanê daxwuyaniyekî da. Di daxwuyaniyê de got ku di civîna bi heyeta Almanya re, li ser têkiliyên Almanya û Herêma Kurdistanê, têkiliyên bi Iraqê re, rewşa herêmê û têkiliyên Bexda-Hewlêrê rawestiyane.

Nêçîrvan Barzanî, di hevdîtinê de sipasiya dewleta Almanya kiriye ku di çarçoveya têkoşîna li hemberê terorê de destek û alîkariya leşkerî û mirovî daye Herêma Kurdistanê. Di civînê de li ser seredana dawiyê ya ji bo Bexdayê û hevdîtinên di asta bilind de, her dû teref mijarê guftûgo kirine.

Heyeta Almanya jî ragihand ku wê destek û alîkariya Almanya ji bo Kurdistanê dewam bike û wê bixebitin da arîşeyên navbera Hewlêrê û Bexdayê çareser bibin.

Di hevdîtinê de mijarên weka ewlehiya giştî, dagera koçberan ya ji bo ser xaka xwe, bicîhanîna peymana Şengalê hinek ji mijarên hevdîtinê bûn.