image

PeyamaKurd - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, îro Yekşemê gihîşt li Silêmaniyê û beşdarî merasîma derçûna koleja serbazî bû.

Biryara Nêçîrvan Barzanî li Silêmaniyê bi YNK, Tevgera Goran û aliyên din ên siyasî re hevdîtinan pêk bîne.

Nêçîrvan Barzanî, ligel hevserokê YNKê Bafil Talebanî beşdarî merasîma derçûna xula 16emîn ya efseran li Kolêja serbazî ya Qelaçiwalan li sînorê parêzgeha Silêmaniyê bû ku 503 efser û Pêşmerge derçûn.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, piştî vê merasîmê jî bi berpirsên YNK, Goran, Yekgirtû û Komelê re hevdîtinan pêk tîne ku wê li ser rewşa siyasî ya Kurdistanê û Iraqê biaxivin.