image

PeyamaKurd - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, îro 25ê Çile li paytext Hewlêrê pêşwazî li Konsula Giştî ya nû ya Brîtanyayê li Herêma Kurdistanê Rosie Cave kir.

Serokatiya Herêma Kurdistanê derbarê hevdîtinê de ragihand, Nêçîrvan Barzanî bi xêrhatina Rosie Cave kir û hêviya serkeftinê jê re xwest û piştevaniya xwe jî ji bo serxistina kar û erkên wê li Herêma Kurdistanê û di hemû waran de nîşan da.

Konsula Giştî ya nû ya Brîtanya li Herêma Kurdistanê Rosie Cave jî kêfxweşiya xwe ji bo destbikarbûna li Herêma Kurdistanê anî ziman û amadebûna xwe ji bo her cûre hevkarî û hemahengiya bi aliyên peywendîdar ên Herêma Kurdistanê re nîşan da.

Di civînê de, her du aliyan daxwaza ji bo pêşxistina peywendiyan û berdewamiya hevkariyên navbera Herêma Kurdistanê û Brîtanyayê anîn ziman. Herwiha li ser rewşa Iraq û Herêma Kurdistanê û pêşhatên dawî yên navçeyê bi giştî jî danûstandina bîr û ramanan kirin.